40 leşkerên Tirk daxwaza mafê penabertiyê ji Almanya dikin

Nêzîkî 40 leşkerên Tirkiyê yên û di NATOyê de li Almayayê bûn, ku piraniya wan xwedî pileyên wan bilind in daxwaza mafê penabertiyê ji wî welatî dikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nêzîkî 40 leşkerên Tirkiyê yên û di NATOyê de li Almayayê bûn, ku piraniya wan xwedî pileyên wan bilind in daxwaza mafê penabertiyê ji wî welatî dikin.

Li gor nûçeyeke “Rueters” û “Der Spiegel” a Almanî, ku ew leşker di çarçova NATOyê de li Almanyayê bûn, lê piştî hewla derbeya leşkerî ya 15 Tîrmehê li Tirkiyê karên xwe di NATOyê de ragirtibûn.

Heta niha berpirsên hikûmet Almayayê, yan NATO ti daxuyaniyek derbarê wan leşkeran de nedane.

Daxwaza leşkerên Tirkiyê bo penabertiyê li Almanyayê di demekê de ye, ku amadekarî bo serdana Şêwirmenda Almanya Angela Merkel bo Tirkiyê û hevdîtina wê bi Serokomarê Tirkiyê Recep Teyip Erogan re ye.

Pêwendiyên di navbera herdu endamên NATO di dema borî de aloz bû, ji ber pirsên nîgeraniya Almanya ji fişara li ser opozîsyonê li Tirkiyê û tuhmetbarkirina Tirkiyê ji Almanya re ku PKK û partiyeke din ya çep a Tirkî (DHKP-C) vedihewîne.

Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15 Tîrmeha borî li Tirkiyê, Tirkiyê bi sedan leşkerên xwe yên di NATO de li Ewrop û Amerîka ji kar dûrxistin û daxwaza vegera wan jî kir, lê hin ji wan ji tirsa girtinê venegeriyan.