Li Qamişlo jinên Ereb li ser çekan têne perwerdekirin

Hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li gundê Hamo yê girêdayî bajarê Qamişlo, xuleyeke rahênankirina jinan di warê leşkerî de bi dawî kir.

K24 – Navenda Nûçeyan

Hêzên leşkerî yên rêjîma Sûriyê li gundê Hamo yê girêdayî bajarê Qamişlo, xuleyeke rahênankirina jinan di warê leşkerî de bi dawî kir.

Peyamnêrê K24ê li bajarê Qamişlo ragihand, 150 jinên Ereb di xuleya bi navê “Xensayên Sûriyê” de li ser çekên sivik û hin alavên leşkerî hatin perwerdekirin.

Di xuleya navbûrî de Serokê Komîta Ewlehiyê Emîd Elî Ziyab û Serokê Şaxê Ewlehiya Dewletê li bajarê Qamişlo Emîd Mihena Memûd, herweha endamê Parlementoya Sûriyê Hesen Selûm û hejmarek ji alîgirên Partiya Beis amade bûn.

Li gor hatiye ragihandin, ku mebest ji vê xulê ew e, ku rola jinê de di warê leşkerî de û rûbirûbûna teror de girîng e.

Lê çalakvan didin zanîn ku, armanca sereke ji vê xulê ew e ku, rêjîma Sûriyê dixwazê nameyan bişîne ji berpirsên sîstema fedral a Bakurê Sûriyê, ku êdî rêjîm bi hêzeke xurt vedgere deverê.