Tirkiye daxwaza 8 leşkeran ji Yûnanistanê dike

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Fîkrî Işik derbarê radestnekirina leşkerên Tirkiyeyê de li hemberî Yûnanîstanê nerazîbûn nîşan da. Fîkrî Işik got, biryara Yûnanîstanê ne biryareke dadperwerane ye, lê biryareke siyasî ye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Berevaniya Tirkiyeyê Fîkrî Işik derbarê radestnekirina leşkerên Tirkiyeyê de li hemberî Yûnanîstanê nerazîbûn nîşan da.

Fîkrî Işik got, biryara Yûnanîstanê ne biryareke dadperwerane ye, lê biryareke siyasî ye.

Işik dilgiraniya xwe anî ziman û da zanîn ku divê Yûnanîstan biryara xwe careke din ber çavan derbas bike û divê 8 leşkerên Tirkiyeyê yên bergûmanên hewla derbeya leşkerî ne, divê radestî wan bike.

Li Tirkiyeyê piştî hewla derbeya leşkerî 8 leşkeran penahendeyê Yûnanîstanê bûbûn. Tirkiye jî ji Yûnanîstanê daxwaza radestkirina wan dikir, lê Dadgeha Bilind a Yûnanîstanê vê daxwazê 2 roj berê red kir.