Artêşa Sûriyê 3 gundan li Babê kontrol dike

Artêşa Sûriyê 3 gundan li derdora başûrê bajarê Babê li bakurê rojhilatê Helebê kontrol dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Artêşa Sûriyê 3 gundan li derdora başûrê  bajarê Babê li bakurê rojhilatê Helebê kontrol dike.

Rewangeha Sûrî ya Mafên Mirov di daxuyanyekê de ragihand, hêzên rêjîma Sûriyê pêşketinên berçav li derdora başûrê bajarê Babê bidest xistine, bi sedema vê yekê jî çekdarên DAIŞê di navbera herdu aliyan de artêşa Sûriyê û hêzên Tirkî de bimîne.

Li gor agahiyên Rewangehê, di çarçoveya wan pêşketinan de hêza rêjîmê karîbûn dest deynin ser 3 gundan li başûrê devera Babê wek gundê Şêx Den, Eyn Cehiş û Birêc.

Heman jêderê amaje bi wê yekê kir ku, ji destpêka êrîşên hêzên rêjîma Sûriyê ji 17  vê mehê  ta niha gihiştiye 20 gundan li derdora bajarê Babê, ku hêzên rêjîmê xistiye bin kontrola xwe de.

Artêşa Tirkiyê û çekdarên opozîsyona Sûriyê di 24 Tebaxa borî de dest bi operasyona Mertala Feratê li nava xaka Sûriyê de kirin. Serokomarê Tirkiyê jî berî demekê ragihand ewê di demeke nêzîk de bajarê Babê kontrol bikin.

Tê zanîn ku, heta niha bêhtir ji 40 leşkerên Tirkiyê di operasyona Mertala Feratê de canê xwe ji dest dane.