Fraksyonên Kurdî li hember Heşda Şeibî bêdeng namînin

Topbarankirina çeperên Pêşmerge li Şingalê ji aliyê mîlîşyata Heşda Şeibî ve, karvedanek ji aliyê Kurdî di Parlementoya Iraqê de li pişt xwe anî. Beşek ji parlementerên Iraqê dibêjin, ew çaverêyî encama Komîta Lêkolînê ne, hin parlementer jî dibêjin: “Heger Heşda Şeibî daxwaza lêborînê neke û berdewam be li ser wî karî, em û Pêşmerge bêdeng namînin.”
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Topbarankirina çeperên Pêşmerge li Şingalê ji aliyê mîlîşyata Heşda Şeibî ve, karvedanek ji aliyê Kurdî di Parlementoya Iraqê de li pişt xwe anî. Beşek ji parlementerên Iraqê dibêjin, ew çaverêyî encama Komîta Lêkolînê ne, hin parlementer jî dibêjin: “Heger Heşda Şeibî daxwaza lêborînê neke û berdewam be li ser wî karî, em û Pêşmerge bêdeng namînin.”

Pêr mîlîşyata Heşda Şeibî çeperên Pêşmergeyên Kurdistanê li Şingalê topbaran kiribûn, Pêşmerge jî ti bersiva wan nedabû.