Işik: Em dikarin bibêjin DAIŞ ji Babê vedikişe

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik radigihîne, li Babê DAIŞ cihê bingehên xwe diguherîne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik radigihîne, li Babê DAIŞ cihê bingehên xwe diguherîne.

Işik serdana Parêzgeriya Edîrneyê kir û bal kişand li ser operasyona Arteşa Tirkiyeyê ya li Babê. Işik diyar kir ku, operasyon wekî ku wan pilan kiriye berdewam dike.

Işik amaje bi wê yekê kir, armanca wan a sereke ew e ku, kesên sivîl xisarê nebînin. Ji alîkî din ve jî nav DAIŞê de liv û tevgerek heye û bingehên xwe diguherîne.

Işik got, belko gotineka mezin e, lê ew dikarin bibêjin DAIŞ ji Babê vedikişe. Ew liv û tevgera DAIŞê ya li Babê ji nêzik ve dişopînin.

Duh Saziyên Mafê Mirovan a Sûriyeyê ragihandibûn ku, DAIŞ bingehên xwe yên li bakurê Babê vedikişîne başûrê Babê.