Telal Silo: Divê rêvebirina navçeyên aram bi hevahengî ligel HSDê be

Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê biryara Serokê Amerîka ya derbarê avakirina navçeyên aram li Sûriyê de ragihand, dibe ku hin ji deverên ku din bin kontrola HSDê de ne, bikeva di nava navçeya aram li bakurê Sûriyê de, loma pêwîst e welatên mezin û NY hevehengiyê bi wan re bikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Hêza Sûriyeya Demokratîk (HSD) derbarê biryara Serokê Amerîka ya derbarê avakirina navçeyên aram li Sûriyê de ragihand, dibe ku hin ji deverên ku din bin kontrola HSDê de ne, bikeve di nava navçeya aram li bakurê Sûriyê de, loma pêwîst e welatên mezin û NY hevahengiyê bi wan re bikin.

Berdevkê HSDê Telal Silo ji K24ê re ragihand û got: “Amerîka û Sûidiye di Hevpeymana Navdewletî ya ji bo jinavbirina DAIŞê de ne, heger çi rêkeftin di navbera çi aliyekî de hebe, divê em beşek bin ji wan rêkeftinan, ji ber ku em hêzeke bi bandor in li ser erdê. Herwiha divê şêwirmendiyê bi serkirdayetiya HSDê bikin, nexasim hejmarek ji leşkerên Amerîka li bakurê Sûriyê hene.

Silo got: “Ew navçeyên ku hatine pêşkêşkirin, dibe ku hin ji deverên ku din bin kontrola HSDê de ne, bikeve di nava navçeya aram li bakurê Sûriyê de. Em dibînin ku divê ew navçeyên aram di bin serpereştiyeke navdewletî de be û bi hevahengî ligel HSD û Rêveberiya Xweser de bê birêve birin.”

Li ser pirsa ku rêveberiya Serokê Amerîka Barak Obama piştgîrî dida HSDê, lê niha helwesta Donal Trump cuda ye, Silo got: “HSD hêzeke di Hevpeymaniya Navdewletî ya li dijî DAIŞê de ye, em li ser erdê mil bi mil di operasyonên hevbeş de beşdar bûn. Vajî wê yekê, niha Trump hevkariya zêdetir kiriye û hêza bijayî şandiye van navçeyan. Di baweriya Trump de divê hêzeke zemînî hebe bo jinavbirina DAIŞê, hêza zemînî jî dibe HSDê be.”

Derbarê hêminiya birêveçûna operasyona kontrolkirina Reqayê de, Silo got: “Na, operasyona Reqayê ne bi hêdî birêve diçe. Berî hefteyê me di konferanseke rojnamegerî de ragihand, bêhtir ji 3 hezar k.m çargoşe rizgar kiriye, zêdetir ji 236 gundan rizgar kiriye, zêdetir ji 600 çekdarên DAIŞê hate kuştin. Em li gor plana hatiye danan bi pêş ve diçin, lê niha ji ber sedemên keşûhawayê dibe ku hinekî ji me re bibe rêgir, lê dema rewşa keşûhewayê alîkar be, em bi pêş ve diçin.”

Li ser bajarê Babê, ku niha ji bakur ve artêşa Tirkiyê operasyona Mertala Feratê birêve dibe û li başûrê wî bajarî artêşa Sûriyê di pêşveçûnê de ye, Silo got: “Li du aliyên Babê hêzên HSDê hene, li bakur Artêşa Tirkiyê û li başûr artêşa Sûriyê hene, di baweriya min de hevahengî di navbera rêjîma Sûriyê û Tirkiyê de heye. rêjîma Sûriyê her Tirkiyê bi dagîrker binav dike, lê heta niha li dijî hebûna hêzên Tirkiyê li ser xaka Sûriyê de ti gilî li Encûmena Asayişa Navdewletî venekiriye. ”

Silo got jî: “Her aliyek dixwaze di şerê Babê de beşdar bibe, lê em naxwazin bi Tirkiyê re rûbirû bibin.”