Hêzên Kurdî derbarê navçeya aram de hevnêrîn in

Bi bangên avakirina navçeyeke aram li Sûriyê, hêzên siyasî yên Kurdî hevnerîn in ku avakirina navçeya aram dê roleke balkêş di çareserkirina kirîza Sûriyê de bilîze.
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Bi bangên avakirina navçeyeke aram li Sûriyê, hêzên siyasî yên Kurdî hevnerîn in ku avakirina navçeya aram dê roleke balkêş di çareserkirina kirîza Sûriyê de bilîze.

Piştî çend rojan ji destpêkirina karê xwe wek Serokê Amerîkayê, Donald Trump doza avakirina navçeyeke aram li Sûriyê dike, ku armanca sereke jê ew e, parastina koçberan û hembêzkirina wan e.

Hin siyasetmedarên Kurd dibînin ku avakirina navçeyeke aram gaveke giring e ber bi çareserkirina kirîza Sûriyê ve, herwiha dibînin ku navçeya navbûrê dê roleke balkêş di çareseriya pirsa Kurdî de jî bike eger ev navçe li deverên rojavayê Kurdistanê bê sepandin.

Endamê Polîtbîroya Partiya Yekîtiya Kurd li Sûriyê (PYKS) Hesen Salih derbarê avakirina navçeya aram de ji K24ê re wiha axivî: “Dema devera Kurdî bibe devereke aram, derengiya çareseriya siyasî dê nebe pirsgirêk, ya giring ew e ku bi serpereştiya civaka navdewletî be, ne ya dewletekê bi tenê be, mîna Turkiyê. Hêvîdar in ku li seranserî sînorê Kurdistana Sûriyê ji çemê Diclê ta bi deriya Spî bikeve bin devera aram.”

ji aliyê xwe ve, Serkirdeyên federalîzma Bakurê Sûriyê didin zanîn ku, hebûna hêzên navdewletî di deverê de dê alîkar be bi mafê gelê Kurd re, herwiha tekez dikin ku avakirina navçeya aram ji aliyê kê ve bê sepandin dê bi alîkarî û beşdarbûna hêzên fediralîzma Bakurê Sûriyê be, ji ber ew in hêza sereke di deverê de.

Endamê Desteya Cîbicîkar a sîstema federalîzma Bakurê Sûriyê Luqman Ehmê jî got: “Dema navçeya aram li bakurê Sûriyê be, wê ne bêyî me têkeve pratîkê de, ji ber hêza ku pêşbîn e navçeyê ragihîne di hundirê Hevpeymaniya Navdewletî de alîkariya me dike, ji bo wê jî dema ku navçeya aram li bakurê Sûriyê yan Rojavayê Kurdistanê be, emê tê de beşdar bin.”

Tevî ku ta nuha nehatiye zelal kirin ku, navçeya aram dê li bakur yan li başûrê Sûriyê be, lê aliyên siyasî yên Kurdî geşbîn in, ku hebûna hêzên navdewletî dê piştgiriyek be ji mafê gelê Kurd di Sûriyê de, nemaze ku rayedarên hin dewletên Ewropî mîna Fransa û Brîtaniyayê piştgiriya xwe ji sepandina navçeyeke aram di Sûriyê de nîşan didin.