Armanca Tirkiyê ji avakirina herêma ewle

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje kir ku, pêwîst e li Sûriyeyê herema bi ewle were avakirin, pirsa herêma ewle dîsa ket rojevê. Ak Partî dibêje; ew ji despêkê ve herêma ewle diparêzin û HDP jî amaje dike ku, pêwîst e bi dînamîkên Sûriyeyê re ev mijar were çareserkirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Piştî ku Serokê Amerîkayê Donald Trump amaje kir ku, pêwîst e li Sûriyeyê herema bi ewle were avakirin, pirsa herêma ewle dîsa ket rojevê. Ak Partî dibêje; ew ji despêkê ve herêma ewle diparêzin û HDP jî amaje dike ku, pêwîst e bi dînamîkên Sûriyeyê re ev mijar were çareserkirin.

Serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump, di derbarê polîtîkaya Amerîkayê ya li ser Sûriyeyê diyar kir ku ew dixwazin li Suriyeyê herêmeke bi ewle ava bikin. Di derbarê avakirina herêma bi ewle ya li Sûriyeyê de Serokomarê Tirkiyeyê Recep Tayîp Erdogan demeke dirêj e, ku daxwaza avakirina herêma bi ewle dike.

Di vê mijarê de parlementerê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Dîlokê Mahmût Tûgrûl, li ser navê partiya xwe anî zimên ku xwesteka Amerîka û ya Tirkiyeyê di derbarê avakirina herêma bi ewle de ne heman tişt e. Tûgrûl dibêje; mebesta Tirkiyeyê ew e ku rasterast destwerdana destkeftiyên Kurdan bikin.

Tûgrûl wiha ji K24ê re axivî: " Naveroka avakirina herêma bi ewle ya Donald Trump û ya Tirkiyeyê ji hev cûda ye. Amerîka dixwaze wek ku bi rêbaza şerê kendavê ya yekem  li Başûrê Kurdistanê pêk anîbû, wek wê herêmekê ava bike. Lê Tirkiye dixwaze bi avakirina herêma ewle ya bi dilê xwe, êrîşî PYD û YPG'ê bike. Pêwîst e di vê mijarê de biryar, ji aliyê dînamîkên Sûriyeyê ve were dayîn"

Di derbarê avakirina herêma bi ewle ya li Sûriyeyê de Tirkiye ji sala 2013'yan ve dixwaze ku li Sûriyeyê bi taybetî jî li Rojavayê Kurdistanê herêmeke bi ewle were avakirin. Di vê çarçoveyê de rêveberê Partiya Dad û Geşepêdanê yê Diyarbekirê Mehmet Alî Dundar amaje dike, ku ji bo penaberên Suriyeyê bikaribin vegerin welatê xwe, herêmeke bi ewle pêwîst e û ew hêvî dikin ku plana Emerîkayê ya herêma bi ewle nêzîkî daxwaza Tirkiyeyê be.

Serokê Teşkîlata Ak Partiyê yê Diyarbekir Mehmet Alî ji K24ê re got: "Ev demeke dirêj e em daxwaza avakirina herêma bi ewle dikin. Welatê ku herî zêde ji şerê Suriyeyê bi bandor bûye Tirkiye ye. Bê guman Tirkiye baş dizane dê herêmeke çawa bibe çareseriya pirsgirêkan. Madem Amerîka daxwaza herêma bi ewle dike, pêwîst e bi Tirkiyeyê jî bişewire."

Piştî daxuyaniya Donald Trump a avakirina herêma bi ewle, Tirkiyeyê amaje kiribû ku ew ê li benda naverok û encamên plana Trump bin û pêwîst e Trump bi Tirkiyeyê bişewire. HDP jî amaje dike ku Trump beriya ku bi Tirkiyeyê bişewire, bila bi pêkhateyên Sûriyeyê bişewire.