Mesrûr Barzanî: Bi zorê em kirine Iraqî û ji ber Iraqbûnê ceza didin

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryaya Serokê Amerîka Donald Trump ya ragirtina vîzeyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê re ragihand, Kurd baca Iraqbûna dide û em zorê kirine bi Iraqî û ji ber Iraqbûnê jî cezayê didin.
kurdistan24.net

 

K24 – Navenda Nûçeyan

Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî derbarê biryaya Serokê Amerîka Donald Trump ya ragirtina vîzeyê ji welatiyên Herêma Kurdistanê û Iraqê re ragihand, Kurd baca Iraqbûna dide û em zorê kirine bi Iraqî û ji ber Iraqbûnê ve jî cezayê didin.

Wek amajeyek bi hewla û gavên berdewam bo serxwebûna Kurdistanê, Şêwirmendê Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî ragihand, Kurd bi mana xwe di Iraqê de cezayê dide. Ew hêza ku zêdetir qurbanî di şerê terorê de daye û bi gotina berpirsên pilebilind yên Amerîka, Kurd nêzîktirîn hevpeymanê Amerîka ye, baca mana di çarçova Iraqê de dide.

Mesrûr Barzanî ji rojnameyeke Amerîka ragihand “Pêşmerge take hêz e şerê DAIŞê dike û heta niha li ser heman çeperê mil bi milê Amerîka şerê heman dijminî dike, di baweriya min de ne tiştekî rast û durist e ku dewletek ya netewek baca şaş ya çend kesên din bide.”

Serokê Amerîka Donald Trump hefteya borî biryara ragirtina dana vîzeyê bi welatiyên 7 welalan da, piraniya wan welatan Misilman in û di nava wan de jî Iraq.

Di dema hilbijartina Serokê Amerîka Donald Trump de ragihandibû, hêza Pêşmerge take hêz e ku bi aziyatî şerê DAIŞê dike û daxwaz ji welatê xwe kir ku hevkarî û piştevaniya zêdetir ji Kurd re bike. Trump gotibû: “Em dêndarê Kurd in, ji ber ku li şûna me û hemû cîhana azad şerê terorê dike.”