Wezîrekî Almanî, Demîrtaş vexwand Almanyayê

Wezîrê Karûbarê Aborî û Enerjiyê yê Almanyayê û Serokê Partiya Demokrat Sosyal (SDP) Sigmar Gabriel, Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş wek mêvanê rûmet vexwend Berlînê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wezîrê Karûbarê Aborî û Enerjiyê yê Almanyayê û Serokê Partiya Demokrat Sosyal (SDP) Sigmar Gabriel, Hevserokê HDPê Selahattin Demirtaş wek mêvanê birûmet vexwend Berlînê.

Wezîrê Karûbarê Aborî û Enerjiyê yê Almanyayê Sigmar Gabriel nameyek ji Hevserokê HSDê Selahetîn Demîrtaş re şand û di nameya de wiha got: “Demirtaşê hêja, bibe mêvanê me yê birûmet û em gelekî dixwazin we bibînin.”

Gabriel li gel ku dizane Demirtaş di girtîgehê de ye û wê nikaribe beşdar bibe jî, lê dîsa bi armanca piştgiriyê, wek mêvanê rûmet vexwend konferansa ku wê 12-13 Adarê li Berlînê bê lidarxistin.

Nameya Gabriel gihiştiye Demîrtaş û di nameyê de wiha dibêje, "Pêşwazîkirina te li Berlinê, wê ji bo min çêhekî gelekî mezin be. Em gelekî dixwazin te di nava xwe de bibînin".

HDPê nameya Wezîrê Derve yê Almanya wergirt û şandeke HDPê tevlî wê konferansê dibe.

Hevserokê HDPê Demirtaş û Sigmar Gbriel 29ê Îlona 2016 li ser vexwendina fermî ya Wezîrê Almanî li Berlinê hev dîtibûn.

Hevserokên HDPê Selahetîn Demirtaş û Fîgen Yuksekdag, di 5ê meha Mijdara 2016an de, bi egera endamtiya rêxistina terorê, li gel 9 parlementerên din ên HDP hatibûn girtin.