Li Enqerê pêşangeha “Roja Evîndaran” hate lidarxistin

Amadekariyên “Roja Evîndaran” ji niha ve destpêkir. Li Enqerê bi taybetî bo roja xoşewîstan pêşangeha diyariyan vebû û diyariyên cihêreng li benda xoşewîstan e.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Amadekariyên Roja Evîndaran” ji niha ve destpêkir. Li Enqerê bi taybetî bo roja xoşewîstan pêşangeha diyariyan vebû û diyariyên cihêreng li benda xoşewîstan e.

14ê Sibatê nêzîk dibe, amadekariyên roja ku li hemû cîhanê wek roja xoşewîstan tê pîroz kirin destpêkirin. Li Enqera paytexta Tirkiyê jî ji bo roja xoşewîstan 11emîn pêşangeha diyariyan hate vekirin. Di pêşangehê de li nava Tirkiyê 280, derveyî Tirkiyê jî 30 welatên biyanî bi berhemên xwe yên keleporî û bi destan hatine çêkirin beşdarî di pêşangehê de dikin. Ji çenteyên ku bi destan hatine çêkirin bigrin, heta tabloyên li ser mefûrên hewrêşîm hatine neqşekirin, ji gerdenî û guharkan bigrin, amûrên cûr be cûr yên diyariyê di pêşangehê de tên pêşkeşkirin û firotin.

Rêveberê Pêşangehê Baturhan Ablay derbarê vê pêşangehê de ji K24ê re wiha axivî: “Em her sal li Enqerê ji bo xoşewîstan pêşangeha diyariyan lidar dixin. Hindîstan, Rûsya, Kazxistan, Ukrayna û welatên Ereban beşdarî di pêşangehê de dikin. Îsal ji ber kêşeyên aborî û metirsiya teqîna bombeyan welatî zêde nayên fûarê.”

Di pêşangeha diyariyan de herî zêde tizbiyên ku bi kevirên zimrûd, kehrîbar û oltî hatine çêkirin eleqeyê dibînin. Ligel vê yekê tizbiya ku bi kevirên meteorê hatiye çêkirin jî bala Enqereyîyan dikşîne.

Xwediyê Stenda Tizbiyan Îsmaîl Ergun jî got: “Em tizbiyên xwe tenê bi kevirên giranbûha çêdikin. Bi zêr, zimrûd, yaqût kehrîbar û meteorê ez tizbiyan çêdikim. Tizbiyên destê min de ji kevirê meteorê hatine çêkirin û bûhayê wê jî 30 hezar dolar e. Niha li benda kirryarê xwe ye.”

Di nav welatiyên ku serdana pêşangehê dikin de, yên ji bo xoşewîstên xwe diyariyeke baş digerin jî hene, di heman demê de yên ku bi tenê bo serdanê jî hatine hene.

Welatî Adnan Ogreten dibêjw: “Bi hezaran cûre tişt hene li vir û li gorî deverên din gellekî erzan in. Ez di nava dudiliyê de mam û min nezanî ku ez çi bikirim.”

Welatî Hasan Gezen: “ji bo min roja xoşewîstan bê wate ye. Ne tenê rojekê 365 rojan ez ji xoşewîsta xwe hez dikim. Ez ligel xoşewîsta xwe hatim serdana pêşangehê. Pêşangeheke rengîn e.”

Herwiha Pêşangeha diyariyan ji bo kesên ku diwazin bo xoşewîstên xwe diyariyên cûr be cûr bistînin, heta 14ê Sibatê di navbera saetên wek 10:00ê sibehê û 21:00ê şevê ji bo serdanê vekiriye.