Malbateke Ereb navê “Kurdistan” li keça xwe dikin

Li kampa Hesen Şam ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve ku taybet e bi koçberên Mûsilê ye, malbateke Ereb ya ji Mûsilê, navê “Kurdistan” li keça xwe dikin.
kurdistan24.net

K24 – Navneda Nûçeyan

Li kampa Hesen Şam ya ser bi Parêzgeha Hewlêrê ve ku taybet e bi koçberên Mûsilê ye, malbateke Ereb ya ji Mûsilê, navê “Kurdistan” li keça xwe dikin.

Dayîka wê zarokê “Kurdistan” ji K24 re dibêje, dema em koçberî Herêma Kurdistanê bûn ez ducanî bûm. Min û hevjînê xwe me biryar da heger zarokê me kur be emê navê “Barzanî” û heger keç be jî emê navê “Kurdistan” lê bikin.

Wê dayîka Ereb her wiha gotiye, me navê Kurdistanê li keça xwe kir, ji ber ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hawariya me ve hat û pêdiviyên jiyanê bo me dabîn kiriye.

Di demekê de ku çekdarên DAIŞê li Mûsilê zarokan bi gule û topan topbaran dikin, li kamêpên koçberan yên li Herêma Kurdistanê jî zarokên nû di rewşeke ewle û aram jidayik dibin.

Li gorî agahiyên Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî, heta niha li kampa Hesen Şam, 550 zarok ji dayîk bûne, pêdiviyên wan zarokan jî aliyê wê dezgeha xêrxwazî vê têne dabînkirin.

Bi destpêkirina operasyona azadkirina Mûsilê re, bi deh hezaran ji xelkê Mûsilê koçberî Kurdistanê bûn.