Kurtulmuş: YPG biçe Reqa, dibe metirsiyeke ewlekariya netewî

Berdevkê Hikûmeta Tirkiyeyê Numan Kurtulmuş di bernameyekî televzyonî de derbarê operasyona Mertala Firatê de axifî û da zanîn ku, dema operasyona li Babê bi dawî were dê operasyona Mertala Firatê jî bigihije armanca xwe.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li ser pirsa rizgarkirina Reqayê jî Kurtulmuş got, operasyona Reqayê û Mertala Firatê ji hev cûda ne. Operasyona Mertala Firatê ji bo ewlekariya sînorên Tirkiyê hatiye kirin.

Kurtulmuş got jî, pêwendiya Reqayê bi ewlekariya sînorên Tirkiyeyê re nîne. Lê piştî rizgarkirinê, heger PYD û YPGê li wê derê bicih bibin, wê demê Reqa dibe meseleyeke ewlekariya netewî ya Tirkiyê.

Hêzên Sûryeya Demokratîk (HSD) ku YPG stûnê wê ya sereke ye, ji 5 Mijdara 2016an ve dest bi operasyona rizgarkirina derdora Reqayê kiriye, niha jî qonaxa sêyemîn ya wê operasyonê ya birêve diçe.

Di 24ê Tebaxa Borî de artêşa Tirkiyê û çekdarên Opozîsyona Sûriyê dest bi operasyona Mertala Feratê kiribûn. Serokwezîrê Tirkiyê Binalî Yildirim roja 8 Sibatê ragihand, ku artêşa Tirkiyê û çekdarên Mertala Feratê derbasî bajarê Babê bûn û hin taxîn wê kontrol kirine.