Pêşmergeyên Roj dê derbasî Rojava bibin?

Kêşeya derbabûna Pêşmergeyên Roj ku li Herêma Kurdistanê têne rahênankirin, bo xaka Rojavayê Kudistanê, dibe cihê nakokiyan di navbera ENKSê û Rêveberiya Xweser de. Partiyên di nava Rêveberiya Xweser de dibêjin ku nabe 2 hêzên leşkerî li Rojava hebin. Partiyên ENKSê jî dibêjin ku derbasbûna wan bo xaka Rojava mafekî rewa ye.
kurdistan24.net

K24 – Qamişo

Li Rojavayê Kurdistanê gelek caran kêşeya derbasbûna Pêşmereyên Roj yên ku li herêma Kurdistanê têne rahênankirin dikeve rojevê. Berpirsên Rêveberiya Xweser dibêjin ku, nabe du hêzên leşkerî di heman deverê de hebin û derbarê Pêşmergeyên Roj de tekez dikin ku, derî li pêş derbasbûna wan vekiriye, lê bi mercê tevlîbûna wan di nava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) de.

Ji aliyê xwe ve Encûmena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) wek aliyekî siyasî, hêza Pêşmergeyên Roj di kongirê sêyemîn de bi şêweyekî fermî li xwe girt. Herweha serkirdeyên wê tekez dikin ku Pêşmergeyên Roj, keç û xortên Rojava ne û ji mafê wan e berevaniya xaka Rojava bikin û dê di nêzîktirîn dem de bi biryareke navdewletî derbasî Rojavayê Kurdistanê bibin.

Hin çavdêrên siyasî dibêjin ku hêza Pêşmergeyên Roj ku hejmara wan gihiştiye zêdeyî 3 hezar û 500 Pêşmergeyî û bi sedan xort û keçên Rojava bi şêweyekî xwebexş tevlî vê hêzê dibin, bûye rastiyek û pêwist e tevgera siyasî ya Kurdî li Rojavayê Kurdistanê bigihêjin peymanekê, ku rê li pêş wan bête vekirin, daku li kêleka YPG û YPJê berevaniya xaka Rojavayê Kurdistanê bikin, nemaze ku îro navê şervanên Kurda li tevaya cîhanê belav bûye ku şerê terorê dikin.