“Rêjeya kuştina kolberên Kurd bilind dibe”

Nûnerekî Kurd di perlemantoya Îranê de derbarê bilindbûna rêjeya kuştina Kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilata Kurdistanê hişyariyê dide.

K24 – Navenda Nûçeyan

Nûnerekî Kurd di perlemantoya Îranê de derbarê bilindbûna rêjeya kuştina Kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilata Kurdistanê hişyariyê dide.

Nûnerê Pîranşehr û Serdeştê di Parlemantoya Îranê de Resûl Xezrî ragihand: “Kuştina kolberên Kurd ji aliyê hêzên ewlehiya sînorê Îranê di bilindbûnê de ye, sedema vê yekê jî ew e ku ji berî 5 salan de Îranê sînor daxistiye.”

Xezrî rexne li siyasetên Îranê digire û dibêje, ji bo kontrolkirina qaçaxiyê li sînor, ew kolberên Kurd têne kuştin.

Li gor amarên rêxistinên mafê mirovan, salane hejmareke mezin ji kolberên Kurd li navçeyên sînorî yên Rojhilatê Kurdistanê bi teqeyên rasterast ji aliyê hêzên ewlehiyên yên Îranê tên kuştin û birîndarkirin.