HRW: Rêjîmê çekê kîmawî li Helebê bikar anî

Rêxistina Human Rights Watch (HWR) di raportekê de ragihand, hêzên rêjîma Sûriyê çekê kîmawî li dijî çekdarên opozîsyonê li Helebê bikar anîbû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Rêxistina Human Rights Watch (HWR) di raportekê de ragihand, hêzên rêjîma Sûriyê çekê kîmawî li dijî çekdarên opozîsyonê li Helebê bikar anîbû.

HRW aşkere kir, helîkopterên rêjîma Sûriyê di navbera 17 Mijdarê û 13 Berçileya 2016an de bi bombeyên Gaza Klorê taxên sivîlan li Helebê barandiye.

HRW diyar kir jî, ku di encama wan êrîşên bi çekê kîmawî 9 kesên sivîl canê xwe jidest dan, ku di nava wan de 4 zarok bûn. Herwiha 200 kesên din jî birîndar bûbûn.  

Di meha Mijdara 2016an ve artêşa Sûriyê û hin mîlîşyatên li kêleka wê şer dikin dest bi operasyonê bo kontrolkirina taxên rojhilata Helebê ji çekdarên opozîsyonê kiribûn

Di meha Berçileya 2016an û li gor rêkeftinekê di navbera Rûsya, Tirkiye û Îranê ve çekdarên opozîsyonê û malbatên xwe ve ji Helebê hatin derxistin. Herwiha di 30 Berçileya 2016an de jî bi serpereştiya Rûsyê û Tikriyê agirbestek li Sûriyê di navbera rêjîm û opozîsyona Sûriyê hate îmzekirin.