Ewropa rexneyên giran li Tirkiyê digire

Komîserê desteya mafê mirov a Konseya Ewropa Nils Muiznieks, derbarê binpêkirinên di warê azadiya raman û medya de rexneyên giran li Tirkiyê girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Komîserê desteya mafê mirov a Konseya Ewropa Nils Muiznieks, derbarê binpêkirinên di warê azadiya raman û medya de rexneyên giran li Tirkiyê girtin.

Muiznieks rapora xwe ya bi navê: “Piştî hewla derbeya leşkerî ya 15ê Tîrmeha 2016an de, rewşa  azadiya raman û medya” di Konferansek rojnamevanî de, bi medyayê re parve kir. Di raporê de rexne li siyaseta Enqere tê kirin û pêşniyar tên kirin, ku astengên li pêş azadiyan bên rakirin, herweha Rewşa Awarte, ku li Tirkiyê piştî hewla derbeya hatiye ragihandin, bê hilweşandin.

Muiznieks diyar kir ku, “Ew têdigihin, ku rewşa Tirkiye rewşek taybet e, hewla derbeya leşkerî hatiye kirin. Lê, ev nayê wateya ku binpêkirinên, ji aliyê desthilatê ve li hemberî medya, azadiya raman, azadiya lêkolînî yên akademîk bên pejirandin. Tirkiye divê dev ji van kiryaran berde.”