Astana dest bi civînan dike

Îro civîna Astana ya derbarê krîza Sûriyê de bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê bi beşdariya şanda rêjîm û opozîsyona Sûriyê dest pê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Îro civîna Astana ya derbarê krîza Sûriyê de bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê bi beşdariya şanda rêjîm û opozîsyona Sûriyê dest pê dike.

Biryar bû duh civînan dest bi karê xwe bikira, lê ji ber negihêştina şanda opozîsyonê, bo îro hate paşxistin. Civîna vê carê, ku bi serpereştiya Rûsya, Tirkiye û Îranê birêve diçe, welatê Urdinê jî dê beşdar bibe. Herwiha Beşdariya Amerîka jî di Astanayê de wek çavdêr dibe.  

Berpirsekî ji Wezareta Derve ya Kazixistanê ragihand, îro demjimêr 16:00 bi dema Kazixistanê civîn dest pê dike. Biryar e di van civînan de mîkanîzmekê ji bo rawestandina binpêkirinan di rêkeftina agirbesta de were gotûbêjkirin, herwiha ew aliyên ku agirbestê jî binpê dikin werin cezakirin. Bêyî ku ti pirsên siyasî werin gotûbêjkirin.

Ev gera nû ya civîna Astanayê wek destpêkek e ji danûstandinên Cenêvê 4 re ya ku biryar e di 23 vê mehê birêve biçe, ku bijardeyên siyasî li Sûriyê gotbêj dike, ji nava wan bijerdayên, pirsa veguhastina siyasî, destûreke nû û çarenivîsa Esed.

Şanda rêjîma Sûriyê bi serokatiya Balyozê Sûriyê li NY Beşar Ceferî ye. Şanda opozîsyonê jî bi serokatiya Serkirdeyê di Ceyş El-Îslam Mihemed Elûş e.

Ji aliyê Rûsyê ve şandeke bi serokatiya Nûnerê Serokê Rûsyê yê taybet bo Sûriyê Alexander Avrntiev e. Şanda Îranî jî bi serokatiya Cîgirê Wezîrê Derve yê Îranê Hisên Cabirî Ensarî ye.

Gera yekem ya civîna Astanayê di 23 Çileya borî de dest pê kiribû. Tirkiye, Rûsya, Îranê û Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Staffan De Mistura lihev kirin ku binpêkirina agirbesê bi mekanîzmayeke 3 alî ya hevpar were cibicîkirin û çavdêrîkirin.