Emîrekî DAIŞê hate kuştin

Emîrekî DAIŞê ku berpirsê şehîdkirina 4 Pêşmergeyan bû, di operasyoneke hevbeş ya Asayişa Hewlêrê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hate kuştin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîrekî DAIŞê ku berpirsê şehîdkirina 4 Pêşmergeyan bû, di operasyoneke hevbeş ya Asayişa Hewlêrê û hêzên Hevpeymaniya Navdewletî ve hate kuştin.

Hêza Dijeterorê ya ser bi Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê di daxuyaniyekê de belav kir: “Bo tolhildana xwîna Pêşmergeyên şehîd ên Kurdistanê, duh demjimêr 11.40 û di operasyoneke hevbeş ya di navbera Asayişa Hewlêrê û Hevpeymaniya Navdewletî de, emîrekî DAIŞê ku serpereştiya şehîdkirina 4 Pêşmergeyan kiribû, hate kuştin.”

Dijeterora Kurdistanê aşkere kir “Di wê operasyona hevbeş de Terorist Talib Elêwî Hemdanî yê bi navê Ebû Zir tê nasîn û Emîrê dîwana zekatê ya wîlayeta Kerkûkê bû, li qezaya Hiwêce bû armanca firokeyên şer yên Hevpeymaniya Navdewletî û hate kuştin.”