Kurê Bab Şêx ji ber serdana Îranê daxwaza lêborînê dike

Semîr Baba Şêx kurê mezin yê Baba Şêx ê Êzidiyan daxwaza lêborînê dike, ku ligel hejmarek ji Êzidiyan serdana Îranê kir û got: “Ez şaş bûm û min bilez kir.” Herwiha tekeziyê li ser nasnameya Kurdbûna Êzidiyan dike û xebata wan di çarçova Kurdayetiyê de kiriye.

K24 – Navenda Nûçeyan

Semîr Baba Şêx kurê mezin yê Baba Şêx ê Êzidiyan daxwaza lêborînê dike, ku ligel hejmarek ji Êzidiyan serdana Îranê kir û got: “Ez şaş bûm û min bilez kir.” Herwiha tekeziyê li ser nasnameya Kurdbûna Êzidiyan dike û xebata wan her di çarçova Kurdayetiyê de bûye.

Di daxuyaniyekê de ku çapek jê gihêşt K24ê, Semîr Baba Şêx dibêje: “Berî her ronîkirinekê, daxwaza lêborîna xwe ji hemû dost û hevalan dikim, yên ku bi çûna xwe, min dilê wan êşandiye,  bi rastî gelek berpirsyar li pişkdariya me di wê şanda ku li ser nave Êzidiyan ji Bexdayê çûne Îranê çê bûn.”

Herwiha got: “Bo ku ti gûman û dudilî li ser helwesta me çê nebe dibêjim, ez bo karên girêdayî bi xwe ve li Balyozxaneya Almanya çûbûme Bexdayê, grûpeke ji çend kesên Êzidî pêk hatî li çûna bo Îranê bûn, ji ber ku ez kurê Baba Şêxê Êzidiyan yê mezin im, gelek hêvî kirin ku ez digel wan de biçim, tevî ku ez zêdetir girîngiyê didim karên civakî û jiyana rojane ya Êzidiyan, bo min tiştekî nişkavî bû, ji ber ku gotin karekî mirovî ye û ronîkirina doza Êzidiyan ji desthilatdarên Îranî re ye, herwiha bo diyarkirina rastiya dîrok me û ol û baweriya me ye.”

Semîr Babe Şêx di daxuyaniya xwe de dibêje: “dan bi wê didim ku min bilez kir û min şaşî kir jî, ji ber du egeran, ya yekem, ew pêkhata şandê ne di wê astê de ne û Êzidî bi nûnerên xwe nizanin. Ya duyem jî, ne ji aliyê Hikûmeta Kurdistanê ve û ne jî ji aliyê Civata Rûhanî û Babe Şêx molet wernegirtibû. Bila her aliyek bizane ku ti demekê xiyanetê bi Kurdistanê nakin.”

Di beşeke din ya daxuyaniyê de hat jî: “Dibe ku hin kes di nava şandê de nav û hebûna me bi mebesta xwe ya taybet û ziyangihandina Kurdistanê bikar anîbe, lê em ti carekê xiyanet li niştîmana xwe nakin û qebûl nakin ziyan bigihe bi pêwendiyên bihêz yên malbata me û Serokê Kurdistanê. Herwiha qebûl nakin jî asayişa Herêma Kurdistanê bikeve metirsiyê û her yek ziyanê bigihîne malbata me û Kurdayetiyê bo me hêla sor e.”

Herwiha di daxuyaniyê de hat jî: “Malbata me serbilind e bi pêşengiya parastina Kurdayetiyê û çanda Kurdstanê, her ji dema  bav û kalên me (Şêx Fexrî Adiyan) û (Şemsî Tebrîzî) û di dîroka nû de bapîrên me (Baba Şêx Hecî Îsmaîl) ji yekem kesan bû ku digel (Mela Enwerê Mayî) şaneyên partiya Hîwa pêk anîn li Badînan û Êzidîxan. Dîroka deverê gewahiyê dide ku pişka malbata me ji vê xebat û berxwedanê zîndan û surgûnkirin û koçkirin li ser destê dezgehên şovîniya Iraqê dît û me buhayekî giran da bi şehîdên qehreman, tevî vê me rojekê tenazul nekiriye ji Kurdîniya xwe û bo me şanazî û serbilindî ye ku bapîrê me (Baba Şêx Hecî Îsmaîl) ji hevalên nêzîk yên Barzanî yê nemir bûye.

Semîr Baba Şêx got jî: “Şehîd Îdrîs Barzanî û Kak Mesûd Barzanî ji destpêka rêkeftina Adarê bi nûneratiya Barzanî yê nemir serdana mala me kirin, hevdîtin û pêwendî di navbera bapîrên me û Barzanî yê nemir berdewam bûn, bo Kurdistanîbûna malbata me tenê bes e bêta zanîn ku bapîrê me li ser serjimêriya 1977an daxwaz ji xwedê kir ku bemire berî ku ew xwe wek Ereb tomar bike, loma radigihînim bila hemû heval û xoşewîstên min û gelê Kurdistanê bi Êzidî, Misilman û Mesîhî piştrast bin, em ê berdewam bin di xizmeta Êzdiyatî û Kurdistanê de.”

 

Roja 24 Çile şandeke Kurd ên Êzidiyên Şingalê û derdora wê ligel Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê civiyan, bo avakirina parêzgehekê ji Êzidiyan re daxwaza piştevaniyê ji Îranê kiribû.

Ew şand ligel Şêwirmendê Rêberê Komara Îslamî ya Îranê bo siyasetên derve Elî Ekber Wîlayetî civiyabû.

Ew şande ji Nûnerê Êzidiyan di nava Heşda Şeibî û Wezîrê Derve yê Iraqê û hejmarek ji kesayetên din yên Kurdên Êzidî pêk hatibû.

Piştî serdana wê şandê ji Îranê re, Serokê Encûmena Ruhanî ya Êzidiyan Baba Şêx ji K24ê re bê agahiya xwe ji çûna wê şanda bi navê Kurdên Êzidî bo Îranê derbirî û got: “Ew nûneratiya Êzidiyan nakin û qebûl nakin ti kes bi navê me û bê agahdariya me bi navê Êzidiyan axaftinê bike.”

Baba Şêx got kî: “Pêwîst e Şingal û navçeyên Êzidiyan vegerin ser bi Herêma Kurdistanê ve.”