Gilo: Pêşmergeyên Rojava ne yên Rojava ne

Hevserokê Desteya Parastinê di Kantona Cizîrê de ragihand, Fermandariya Giştî ya Hêza Parastinê li Başûrê Kurdistanê 3 caran hevdîtin derbarê Pêşmergeyên Rojava de kirine.
kurdistan24.net

K24 – Qamişlo

Hevserokê Desteya Parastinê di Kantona Cizîrê de ragihand, Fermandariya Giştî ya Hêza Parastinê li Başûrê Kurdistanê 3 caran hevdîtin derbarê Pêşmergeyên Rojava de kirine.

Hevserokê Desteya Parastinê di Kantona Cizîrê de Rêzan Gilo ji K24ê re aşkere kir, wan derbarê pirsa derbasbûna Pêşmergeyê Rojava bo Rojavayê Kurdistanê ligel Serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî, Şêwirmendê Encûmena Asayişa Herêma Kurdistanê Mesrûr Barzanî û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî guftûgo kirine.

Gilo amaje bi wê yekê kir, ku hersê hevdîtin jî bi amadebûna Amerîka birêve çûbûn.

Herwiha Gilo got: “Pêşmergeyên Rojava ne ser bi ENKSê ve ne, ne beşek in ji opozîsyonê ne û ne jî yên Rojavayê Kurdistanê ne. Em wan wek Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê dibînin, jixwe ew li Başûrê Kurdistanê şer dikin.”

Hêza Pêşmergeyên Rojava “Leşkerên Roj” di 8 Adara sala 2012an li Başûrê Kurdistanê hate damezrandin û ji wê demê ve li Başûrê Kirdistanê şerê li dijî DAIŞê dike. ENKSê jî ji berî nêzîka 2 salan ve ew hêz lixwe girt.

Ji aliyekî din ve, Fermandarê Fermandeya Pêşmergeyên Zêrevanî Ezîz Weysî roja 16 Sibatê ji K24ê re ragihandibû, derbasbûna hêzên Pêşmergeyên Rojavayê Kurdistanê nêzîk bûye û dê çûna wan  bi riya Hevpeymaniya Navdewletî be.