Li Mûşê 2emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Berfê

Devera Mûşê zivistan dijwar derbas dibe û nêzîkî 6 mehan berf li erdî dimîne. Ji ber vê yekê jî di warê aktîvîteyên civakî de zêde xebat nayên kirin. Lê li bajêr ev du sal in Mihrîcana Navneteweyî ya Berfê tê lidarxistin û bi hezaran welatî beşdariyê tê de dikin.
kurdistan24.net

 

K24 – Mûş

Devera Mûşê zivistan dijwar derbas dibe û nêzîkî 6 mehan berf li erdî dimîne. Ji ber vê yekê jî di warê aktîvîteyên civakî de zêde xebat nayên kirin. Lê li bajêr ev du sal in Mihrîcana Navneteweyî ya Berfê tê lidarxistin û bi hezaran welatî beşdariyê tê de dikin.

Dijwariya zivistanê ya li Kurdistanê her sal dike ku aktîvîteyên nû bên afirîn. Her çiqas di warê aborî, siyasî û civakî de gelek kêşe hebin jî, bi rêya organîzekirina çalakiyên cur be cûr ên wek Mîhrîcana Berfê ya Navnetweyî li Mûşê demeke kin ew kêşe û arîşe têne jibîrkirin.

2emîn Mihrîcana Navneteweyî ya Berfê ji aliyê Meclîsa Ciwanan, şaredarî, zanîngeh, Wezareta Çand û Geştiyariyê û Parêzgeriya Mûşê ve li Navenda Kaşûnê ya Guzeldag hat sazkirin. Mihrîcana ku di navbeyna 19 -21ê Sibatê pêk hat bi gelek çalakiyên xwe yên cuda û rengîn bala welatiyan kişand.

Mihrîcan bi eleqeyeke xurt hate pêşwazîkirin û gelek welatiyan digel malbatên xwe beşdarî lê kirin. Di organîzasyonê de çalakiyên wek; kaşûnê, voleybol û paraşûtê çûne serî û welatî hem bi amûreyên kaşûnî hem jî bi derfetên xwe şimitîn. Piştî van aktivîteyên cûr be cûr hin pêşbirk çêbûn û ji bo kesên serkeftî xelat hatin dayîn. Di dawiyê de xwarin hat dayîn û nêzikî 500 kîloyî sucuk hate belavkirin û li ser berfê jin, zar, kal û ciwanan bi têra xwe govend gerandin.

Berpirsiyarê Werzîşa Kaşûnê Hasan Turan di vê derbarê de ji K24ê re got: “Pir xweş derbas bû. Paraşutvan hatine ji Mêrdîn, Meletî û Elezîzê. Pêşbirkên wan jî pir xweş derbas bûn. Nêzikî 140 kes ketin pêşbirka kaşûnê û kesên kal jî hebûn û xelatên xwe wergirtin. Gelek kes hatine li vir û pir xweş jî derbas bû.”

Ji bo tevlîbûna mihrîcanê hem ji Mûşê hem jî derdorê gelek kes hatin bajêr. Ji bilî geştyarên xwecihî ji welatên Rojhilata Navîn jî geştyar hatin û pêşengiyê jî welatiyên Îranê dike. Sala par 2 hezar kes beşdarî mihrîcanê bûbûn û ji bo beşdariya îsal jî nêzikî 3 hezar kes beşdar bûn û rayedar amanc dikin ku di pêşerojê de hejmarê zêdetir bikin.