Şandeke Kongressa Amerîkî: Em li pişta Herêma Kurdistanê ne

Şandeke diplomatic û leşkerî ya Kongressa Amerîkayê ligel Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Şanda Amerîka ragihand, ew li pişta Herêma Kurdistanê ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Şandeke diplomatic û leşkerî ya Kongressa Amerîkayê ligel Serokê Hikûmeta Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî civiya. Şanda Amerîka ragihand, ew li pişta Herêma Kurdistanê ne.

Serokwezîrê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî pêşwazî li şandeke Kongreesa Amerîkayê bi serokatiya endamê Kongressê Joe Wilson û şanda dîplomatîk û leşkerî ya pê re kir.

Di wê hevdîtinê de ku cîgirê Serokwezîr, Qubad Talebanî û hejmarek li berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê jî amade bûn, Joe Wilson kêfxweşiya xwe bi serdana xwe ya duyem bo Herêma Kurdistanê û pêşkeftinên Herêma Kurdistanê nîşan da û rola xelkê û hikûmet û Pêşmergeyên Kurdistanê di rûbirûbûna terorê û parastina hemû pêkhateyan bilind nirxand.

Joe Wilson hêviya bihêzkirina zêdetir di pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Amerîka de xwest û tekez jî kir li ser berdewamiya piştgirî û alîkariyên welatê xwe bo Kurdistanê.

Ji aliyê xwe ve, Nêçîrvan Barzanî sipasî şanda mêvan kir li ser alîkariyên berdewam ên Amerîka bo Herêma Kurdistanê û bi taybetî jî di şerê li dijî terorîstên DAIŞê de û perwerdeya leşkerî ya Hêzên Pêşmerge û alîkariya koçberên ku li Kurdistanê be.

Serokwezîrê Kurdistanê ragihand ku, ji ber kirîza darayî, barekî giran ketiye ser milê Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê jî derbarê vê yekê de alîkariya Kurdistanê nake, lewma jî Nêçîrvan Barzanî hêvî xwast ku civaka navdewletî zêdetir alîkariya Herêma Kurdistanê bike.