Parêzgarê Stenbolê: Dest bi dayîna mafê welatbûnê bo Sûriyan kirine

Parêzgarê Stenbolê ragihand, ji bo dayîna mafê welatbûnê ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dinînin, gavên fermî hatine avêtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Parêzgarê Stenbolê ragihand, ji bo dayîna mafê welatbûnê ji penaberên Sûrî yên li Tirkiyê dinînin, gavên fermî hatine avêtin.

Parêzgarê Stenbolê Vasîp Şahîn duh dabû xuyakirin, li Stenbolê dest bi dayîna nasnameyan bo Sûriyan kirine û derbarê 2 hezar kesan de dosye bo Enqere hatine şandin.

Lê Cîgirê Serokwezîrê Tirkiyê Weysî Kaynak di merasîma belavkirina alîkariyan bo penaberên Sûriyê de axivî û got, heta roja referandûmê mafê welatiyê bo penaberên Sûrî nayin dayîn.

Kaynak got, piştî referandûmê dê ser vê mijarê gotubêj bikin û agahiyên derbarê beşdariya penaberan bo dengdana referandûmê jî nerast in.

Parlamentera HDP Feleknas Uca jî dabû xuyakirin, mafê dengdanê bo penaberên Sûrî yên li Diyarbekirê dimînin, hatiye dayîn û wek navnîşana wan jî, navenda Sûra Diyarbekirê hatiye nîşandayîn ku li wê derê qedexe berdewam dike.