DBPê bo bûyerên Xerabê Bava banga rêxistinên navnetewî kir

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di derbarê bûyerên li gundê Xirabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku, li Xirabê Bava heta niha 45 kes hatine binçavkirin û 5 kes jî serwenda ne.

K24 – Navenda Nûçeyan

Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) di derbarê bûyerên li gundê Xirabê Bava yê Nisêbîna Mêrdînê de daxuyaniyeke çapemeniyê da. Di daxuyaniyê de hat amajekirin ku, li Xirabê Bava heta niha 45 kes hatine binçavkirin û 5 kes jî serwenda ne.

Cîgira Hevserokê Partiya Herêmên Demokratîk (DBP) Gulcîhan Şîmşek di derbarê operasyonên ku li Xerabê Bava de tên lidarxistin de daxuyaniyek da çapemeniyê. Şîmşek amaje kir ku, qedexe û pevçûnên li gundê Xerabê Bava şêniyên wî gundî dike nav tengasiyê û her wiha binpêkirinên giran ên mafên mirovan derketine holê.

Di daxuyaniyê de Gulcîhan Şîmşek da zanîn ku, heta niha 3 jê zarok û 3 jê jin, bi tevahî 45 kes hatine binçavkirin û 5 gundî jî serwenda ne.

Şîmşek bang li rêxistinên navnetweyî kir ku, di derbarê bûyerê de bikevin nav tevgerê û şandeyan bişînin herêmê. Li gorî agahiyên ku Gulcîhan Şîmşek parve kir, şandeyeke ku ji Partiya Herêmên Demokratîk DBP’ê, Partiya Demokratîk a Gelan HDP’ê û Kongreya Civaka Demokratîk KCD’ê pêk tê, xwestine ku biçin gund lê ji ber ewlekariyê rê nehatiye dayîn û şande jî niha nêzîkî gund li benda agahiyan e.

Parêzgeriya Mêrdînê jî di derbarê mijarê de dabû zanîn ku di çarçoveya operasyonên li Xerabê Bava de heta niha 4 endamên PKK’ê hatine kuştin û her wiha polîs û leşkerek jî birîndar bûne. Her wiha di daxuyaniya Parêzgeriya Mêrdînê de hat gotin ku pêdiviyên xelkê Xerabê Bava jî tên dabînkirin.