Çavên Kurdan li bicihanîna sozên Trump in

Li Diyarbekirê, nêzîkahiyên Serokatiya Amerîkayê ya ji bo Kurdên Rojava, ji aliyê çavdêrên siyasî û siyasetmedarên Kurd ve wekî hêviyeke nû tê nirxandin. Sozên ku beriya hilbijartina Serokatiya Emerîkayê ji aliyê Donald Trump ve hatibûn dayîn, li bakûr jî bi awayekî erênî tên pêşwazîkirin û tê payîn ku sozên li ser têkiliyên Rojava û Tirkiyeyê hatine dayîn, encamên erênî bidin.
kurdistan24.net

 

K24 – Diyarbekir

Li Diyarbekirê, nêzîkahiyên Serokatiya Amerîkayê ya ji bo Kurdên Rojava, ji aliyê çavdêrên siyasî û siyasetmedarên Kurd ve wekî hêviyeke nû tê nirxandin. Sozên ku beriya hilbijartina Serokatiya Emerîkayê ji aliyê Donald Trump ve hatibûn dayîn, li bakûr jî bi awayekî erênî tên pêşwazîkirin û tê payîn ku sozên li ser têkiliyên Rojava û Tirkiyeyê hatine dayîn, encamên erênî bidin.

Ji destpêka şerê li Sûriyeyê ve, aloziyên di navbera Tirkiye û Rêveberiya Rojava de dewam dikin. Li ser aloziyên navbera herdu aliyan, nêzîkahiya serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump, ji aliyê siyasetmedaran ve wekî nêzîkahiyên girîng tên pêşwazîkirin.

Parlementerê  Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) yê Diyarbekirê Îmam Taşçier, li ser nêzîkahiya Trump da zanîn ku heger yekîtiya Kurdan çêbibe, dê dewletên cîhanê bixwe li rêya çareseriyê bigerin. Taşçier ji K24ê re wiha axivî: “Li Rojhilata Navîn, di van şer û pevçûnan de dema ku yekîtî û tifaqa gelê Kurd hebe, ez wisa bawer dikim ku ew ê temamî hêzên cîhanê, dewletên cîhanê werin ber hev û li ber hêza Kurdan bisekinin û ew ê bixwe bibêjin; “Ka em ji bo Kurdan çi bikin? Em bi çi awayî dîzayn bikin?”

Li ser gotînên Serokê Amerîkayê Donald Trump ku beriya hilbijartina xwe ji bo Kurdan anîbû zimên, ji aliyê siyasetmedarên 4 parçeyan ve dem bi dem tên nirxandin. Donald Trump; di rojnameyeke navneteweyî de li ser pirsa Kurd diyar kiribû ku; Dema ew were hilbijartin, ew ê di navbera Kurdên Rojava û Tirkiyeyê de navbeynakirê bike da ku wan li hev bîne. Li ser van gotinên Serokê Amerîkayê; çavdêrê siyasî yê Zanîngeha Dîcleyê ya Diyarbekirê; Prof. Dr. Ridvan Şeşen diyar dike ku rola sereke ya Rojhilata Navîn, rola Emerîkayê ye û heger bixwaze, rê li ber nayên girtin.

Şeşen got jî: “Piştî ku Trump giraniya xwe da ser Rojhilata Navîn, Tirkiyeyê dîsa berê xwe guherand. Em dixwazin ku pirsgirêka herî mezin a navbera Tirkan û Kurdan, ya rastî pirsgirêka di navbera Hikûmeta Tirk û Kurdên Rojava de Trump bibe wekî aktorekî navbeynkar û wan nêzîkî hev û din bike.”

Di hevdîtinên navneteweyî de taybetiya ku Serokê Amerîkayê nîşanî gelê Kurd dide, ji aliyê çapemeniya raya giştî ya cîhanê ve ji nêz ve tê şopandin. Li gorî gotinên Şêwirmendê Donald Trump ê Ewlehiya Neteweyî yê berê; Mike Flynn ragihandibû; “Dibe ku Rojhilata Navîn ji nû ve were teşedayîn û li wê derê 3-4 dewletên serbixwe werin damezirandin, her wiha ew di wê pêşbîniyê de ne ku Kurdistana Serbixwe jî di pêşerojê de bibînin.”