4 gerîlayên HPGê canê xwe jidest dan
K24 – Navenda Nûçeyan
Hêzên Parastina Gel (HPG) ragihand, di encama operasyona asmanî ya Artêşa Tirkiyê ya li Qendîl û Zapê de 4 gerîlayên PKKê canê xwe ji dest dane.
HPGê derbarê operasyonên asmanî ya çend roj berê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku Arteşa Tirkiyê di 19 û 20ê Sibatê de li li Başûrê Kurdistanê li herêma Zapê Şikefta Birîndara, Ciloyê Piçûk, Kanî Sarkê û Avaşînê dijî bingehên PKKê operasyonek asmanî pêk aniyê.
HPGê di daxuyaniya xwe de aşkere kir, ku di encamê de 4 gerîlayên wan canê xwe ji dest dane.
Sererkaniya Tirkiyê jî piştî operasyonê ragihandibû ku, 27 endamên PKKê canê xwe ji dest dane.