Pêşangeha Pirtûkan îsal bi mijarên rojane derkete pêş

Li Tirkiyê pêşangeha ku dildarên pirtûkan li ba hev kom dike deriyên xwe vekir. Di pêşangehê de mereqdarên pirtûkan herî zêde pirtûkên derbarê Rojhilata Naverast, DAÎŞ û yên di derbarê serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump de eleqe dîtin. Di gel wan, pirtûkên Kurdî jî di pêşangehê de rastî eleqeyeke mezin hatin.
kurdistan24.net

 

K24 – Stenbol

Li Tirkiyê pêşangeha ku dildarên pirtûkan li ba hev kom dike deriyên xwe vekir. Di pêşangehê de mereqdarên pirtûkan herî zêde pirtûkên derbarê Rojhilata Naverast, DAÎŞ û yên di derbarê serokê nû yê Amerîkayê Donald Trump de eleqe dîtin. Di gel wan, pirtûkên Kurdî jî di pêşangehê de rastî eleqeyeke mezin hatin.

Pêşangeha navneteweyî ya pirtukan îsal 4'mîn car li Stenbolê deriyên xwe bo mereqdarên pirtûkan vekir. Pêşangeha ku ji 19 dewletan bi beşdariya 300 weşanxaneyan tê lidarxistin ji aliyê dildarên pirtûkan ve eleqeyeke mezin dît.

Di pêşangehê de herî zêde pirtûkên derbarê Rojhilata Naverast, DAÎŞ û yên di derbarê serokê nû yê Emerîkayê Donald Trump de eleqe dîtin. Di gel wan, pirtûkên Kurdî jî di fuarê de rastî eleqeyeke mezin hatin.

Pêşangeh îsal bi temaya kudetaya Tîrmehê hat lidarxistin û di fuarê de bi vê mijarê re pêwendîdar gelek çalakî jî hatin organîze kirin. Xwendevan derbarê hewla kudetayê de bi pênûsrejîyê wêne xêz kirin.

Koordînatorê Çalakiyê Hakan Şîmşek di vê derbarê de ji K24ê re axivî û got: "Xwendevanên me li dibistanên Stenbolê di beşa hûnerê de dixwînin. Dê bûyerên kudetayê bi rêya wêneyan şîrove bikin. Divê em wan bûyerên xerab ji bîr nekin.

Di pêşangehê de standa ji aliyê gencên Surî ve hatî amadekirin jî wekî çalakiyeke balkêş derkete pêş. Tîma ku ji bo fuarê gelek çalakî amadekirî bi projeya xwe ya bi navê " Dilê Tirkiyê û Surî" bala serdanvanan kişand ser xwe.

Koordînatorê Projeya Zarokên Sûrî Bedrettin Al Ahmar jî got: “Em wekî tîm ji bo psîkolojî û xizmeta cîvakî dixebitin. Bo ku em fikrên xwe û bîr û baweriyên xwe bi Tirkan re parve bikin beşdarî vê pêşangehê bûn. Bi rêya projeya me yên Tirk dê bên û ji bo xwişk û birayên xwe yên Sûrî peyvekê binivîsin û yên Sûrî jî ji bo xwişk û birayên xwe yên Tirk dê peyveke binivîsin. Helbet bi tenê ew tiştê ku ji dilê wan derbas dibe. Em jî van peyaman digehînin cihê wan.”

Pêşangeha ku ji 7 salî heta 70 salî ji aliyê herkesî ve tê ziyaretkirin dê heta 5ê Adarê vekirî be. Fuar sala par ji aliyê 350 hezar kesî ve hatibû ziyaretkirin û tê pêşbînîkirin ku îsal ev hejmar bigehîje 400 hezarî.