Kurdên Elewî yên Mereşê dixwazin di nav aramiyê de bijîn

Bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê, yek ji bajarên ku Kurdên Elewî herî zêde lê dijîn e. Piştî komkûjiya Mereşê ya li ser Elewiyan a 1978’an, hejmareke zêde ya Elewiyan ji Mereşê koçî Ewrûpa kirin.
kurdistan24.net

 

K24 – Mereş

Bajarê Mereşa Bakurê Kurdistanê, yek ji bajarên ku Kurdên Elewî herî zêde lê dijîn e. Piştî komkûjiya Mereşê ya li ser Elewiyan a 1978’an, hejmareke zêde ya Elewiyan ji Mereşê koçî Ewrûpa kirin.  Lê belê Elewiyên vê herêmê dibêjin tevî zext û zordariyan em ê çanda Elewitiyê bijîn û bidin jiyandin.  Tîma Kurdistan24’ê li bajarokê Narli ya ser bi Pazarcika Mereşê, bi nûnerên Komeleya Elewiyan re li ser xebat, çand û pirsgirêkên  wan axivîn.

Yek ji sembola Elewitiya Anatolyayê jî saz e. Li gorî baweriya Elewiyan, saz xizneya dîtina  rêya heq e. Bi saz û stranan di kombûnên xwe de Elewî çanda xwe ji nifşekê vediguhezin nifşê nû. Lê belê Endamê Şaxa Narliyê ya Komeleyên Çanda Elewîtiyê Vakkas Ulur amaje dike; ji ber aloziyên li Tirkiyeyê, wekî berê nikarin di nav aramiyê de çalakî û kombûnên xwe bikin. Ulur dibêje; ji ber gefên li ser me tên kirin; her roja ku diçe hejmara beşdarên kombûnan  kêm dibe lê dîsa jî ji bo jiyandina Elewîtiyê em dest ji xebatên xwe bernadin.

Bapîr Vakkas Ulur ji K24ê re wiha axivî: “Ev baweriya me ye. Ev çanda me ye.Em neçar in ku vê bijîn. Tevî gef, cûdadîtin û kuştinan, Elewîtî heta îro jî hatiye û divê em ji îro û pê ve jî bidin jiyandin. Ji ber wê yekê ez ji hemû can û dostan rica dikim bila li baweriya xwe xwedî derkevin da ku baweriya xwe radestî tu kesên din nekin. ”

Li Tirkiyeyê û Bakurê Kurdistanê, serjimêra Elewiyan li Çorum, Dêrsîm, Sêwas, Erzincan, Semsûr û Mereşê zêde ne. Ji 82 gundên navçeya Pazarcika Mereşê, 56 gund, gundên Elewiyan in.  Elewiyên vê herêmê bi zaravayê Kurmancî diaxivin lê ji ber tunebûna perwerdeyê her ku diçe axaftina bi zimanê Kurdî li vê herêmê jî kêm dibe.  Yek ji endamê Komeleya Elewiyan Mustefa Yildirim jî dibêje; em jî dixwazin wekî her kesî baweriya xwe bi rehetî bijîn.

Endamê Komeleya Elewiyan Mustefa Yildirim dibêje: “Rêyeke rast e. Di rêya Elewîtiyê de derew û fesadî tuneye. Di welatekî dema her însan bi baweriya xwe bijî û bi rêzdarî ligel hev û din biaxive û li gorî baweriya xwe bijî, ma baş nabe?”

Elewiyên li Narli û gundewarên wê, di rojên xwe yên taybet de li vê komeleyê dicivin. Li vê derê di heman demê de kursên saz, semah û dersên fêrkirina Elewitiyê tên dayîn. Li dîwarên komeleyê, dîmenên qurbaniyên komkûjiya Elewiyên Mereşê ya bûyerên 19 û 24’ê Kanûna 1978’an, hatine daleqandin.  

Serokê Komeleya Çanda Elewiyan a Narliyê Huseyîn Koç dibêje; hîn jî tirsa komkujiya Mereşê di dilê me de ye lê niha jî li nav gundên me qempa penaberên Sûrî tê avakirin û ev yek jî li ser jiyana me wekî metîrsiyekê ye. Herwiha Koç axivî û got: “Ji ber ku ew Sûriyeyiyan li nav gundên me bi cih dikin, gundiyên me aciz dibin. Bi rehetî ranakevin. Tirsa me ew e ku dîsa hin bûyer biqewimin û dîsa zarokên me ji vê derê koç bikin. Ji xwe ji ber komkûjiya Mereşê em hîn jî ditirsin. ”

Kurdên Elewî yên Mereşê, bi cil û berg, xwarin û çanda xwe her tim li ber çavan in. Ji komkujiyên Çorûm, Dêrsîm, Sêwaz û Mereşê, hejmareke zêde ya Elewiyan koçî Ewrûpayê kir. Yên li ser axa xwe mane jî dixwazin di nav aramiyê de bijîn.