Li Bilîsê 8 endamên PKKê canê xwe ji dest dan

Li bajarê Bilîsê yê Bakurê Kurdistanê şer derket û 8 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Bilîsê yê Bakurê Kurdistanê şer derket û 8 endamên PKKê canê xwe ji dest dan.

Li gundewarên bajarê Bilîsê di navbera endamên Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) û hêzên leşkerî yên Tirkiyê de şerekî dijwar derket. Di encamê de 8 emdamên PKKê canê xwe ji dest dan 2 endamên din yên PKKê jî bi saxî hatin girtin.

Herwiha di pevçûnê de leşkereke û cerdevanekî jî birîndar bûn.

Cigîrê Wezîrê Navxwe yê Tirkiyê Sabahatîn Ozturk jî ku duh serdana Bilîsê kiribû got, li hemberî PKKê operasyonên berfireh û dijwar tên birêve birin.

Heta niha derbarê bûyerê de ji aliyê PKKê ve ti daxuyanî nehatine dayîn.