Li 10 gundên Diyarbekirê qedexe rabû
K24 – Navenda Nûçeyan
Qedexeya derketina derva ya li 10 gundewarên Diyarbekirê hate rakirin.
Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyek nivîskî ragihand ku, qedexeya derketina derva ya li 10 gundewarên navçeyên wekî Licê, Farqîn, Pasur û Hezroyê ku 2 roj berê hatibû ragihandin rabûye.
Parêzgerî da zanîn, di çarçoveya qedexeyê de li hemberî PKKê operasyoneke berfireh pêk hatiye.
Ji alîkî din ve qedexeya derketina derva ya li gundê Xerabê Bava a bi ser navçeya Nisêbînê jî berdewam dike.