Pêşmergeyeke jin şehîd bû

Piştî nêzîka 4 mehan ji birîndarbûna xwe di operasyona rizgarkirina bajarokê Başîkê de, îro Pêşmergeyeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji ber giraniya birînên xwe, li Hewlêrê şehîd bû.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî nêzîka 4 mehan ji birîndarbûna xwe di operasyona rizgarkirina bajarokê Başîkê de, îro Pêşmergeyeke Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK) ji ber giraniya birînên xwe, li Hewlêrê şehîd bû.

Zara Xulamî ya bi navê “Evîn” tê nasîn, endameke PAKê bû û ligel Pêşmergeyên PAKê re beşdarî şerê li dijî DAIŞê bû.

Evîn di operasyona rizgarkirina bajarokê Başîkê li rojhilatê Mûsilê bû, roja 17 Mijdarê di operasyonekê de bi giranî birîndar bû. Evîn îro ji ber giraniya birînên xwe li nexweşxaneya Rojavayê Hewlêrê tevlî rêza şehîdan bû.

Serokê PAKê Hisên Yezdepena li ser tûra pêwendiyên civakî nûçey şehîdbûna Evînê belav kir û nivîsî: “Piştî 4 mehan ji xweragirtinê, Evîn Pêşmergeya êrîşberê operasyona mezin ya Başîkê giyanê xwe bexş kir.”

Her di wê derbarê de jî Fermandariya Hêzên Pêşmergeyên PAKê daxuyaniyek belav kir, ji bilî ragihandina nûçeya şehîdbûna Zara Xulamî, amaje bi xebat û jiyana wê Pêşmergeya şehîd kir.

Pêşmergeyeke jin şehîd bû
Pêşmergeyeke jin şehîd bû
Pêşmergeyeke jin şehîd bû
Pêşmergeyeke jin şehîd bû