Li gundên Mêrdînê qedexe hate ragihandin
K24 – Navenda Nûçeyan
Di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de, li gundewarên Mêrdînê qedexeya derketina derva hate ragihandin.
Parêzgeriya Mêrdînê derbarê mijarê de daxuyaniyeke nivîskî belav kir û da zanîn ku, li navçeya Artukluyê Taxa Yayladereyê bi armanca li dijî PKKê operasyon were kirin, qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.
Li gor daxuyaniya parêzgeriyê ragihandiye, qedexe îro dest pê dike û heta fermaneke din berdewam dike.
Ji aliyekî din ve, qedexeya derketina derva ya li gundê Xerbê Bava ya bi sêr Mêrdînê jî nêzikî 20 rojan e berdewam dike.