Li Babê 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn

Li bajarê Babê di encama teqîna bombeyekê 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li bajarê Babê di encama teqîna bombeyekê 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Di çarçoveya operasyona Mertala Ferêt de li Babê bombeya ku li ser rê hatibû bicihkirin teqiya û di encamê de 3 leşkerên Tirkiyê birîndar bûn.

Leşkerên birîndar li Nexweşxaneya Kîlîsê hatin vegûhestin.

Tirkiye ji 24ê Tebaxê ve ketiye nav Sûriyê operasyonek berfireh bi rê ve dibe.  Wezîrê Bergîriyê yê Tirkiyeyê Fîkrî Işik berî çend rojan ragihandibû, piraniya Babê hatiye kontrolkirin.

Heta niha 67 leşkerên Tirkiyê canê xwe ji dest dane û ji sedî zêdetir jî birîndar bûne.