71 sal in pirtûkxana Dar El-Lîwa li Qamişlo vekirî ye

Pirtûkxaneya Dar El-Lîwa li bajarê Qamişlo, kevntirîn pirtûkxane ye ku di sala 1946ê de ji aliyê mirovê Siryanî yê navdar Enîs Hena Midêwayê hatiye damezrandin, ku di sala 1926an de li bajarê Lîwa Iskenderonê ji dayik bûye û navê wî bajarî li pirtûkxaneya xwe kiriye, ligel firotina pêwistiyên şagirtên dibistanan alîkariya çapkirin û weşana hijmarek ji Pirtûkan kiriye
kurdistan24.net

 

K24 – Qamişlo

Pirtûkxaneya Dar El-Lîwa li bajarê Qamişlo, kevntirîn pirtûkxane ye ku di sala 1946ê de ji aliyê mirovê Siryanî yê navdar Enîs Hena Midêwayê hatiye damezrandin, ku di sala 1926an de li bajarê Lîwa Iskenderonê ji dayik bûye û navê wî bajarî li pirtûkxaneya xwe kiriye, ligel firotina pêwistiyên şagirtên dibistanan alîkariya çapkirin û weşana hijmarek ji pirtûkan kiriye.

Xwediyê pirtûkxanê Enîs Midêwayê ji K24ê re got: “Li ser daxwaza hin Rewşenbîrên bajêr, navtêdan li min kirin ku ez pirtûkxaneyekê ji bo çapkirin û belavbûna pirtûk û berhemên wan yên ku amade dikirin damezrînim û min nêzî 20 pirtûkên rewşenbîrên vî bajarî çap kirine.”

Ji ber ku rojnemeyên li Sûriyê û hin rojnemeyên Libnanê di riya vê pirtûkxanê re dihatin belavkirin, xemxwarên xwendinê ji nivîskar, siyasetmedar û rewşenbîran serdana wê dikirin û mîna navendeke çandî hevdîtin lê dihatin kirin û li gorî xwedanê pirtûkxanê dibêje, hin kesayetên navdar serdana wê kirine.

Enîs Midêwayê got jî: “Gelek kes hebûn yên serdana min dikirin. Ji xelkên bajêr Silêmanê Haco û nemir Cigerxwîn, lê di salên 60 de Serokê Sûriyê di wê demê de Emîn El-Hafiz û piştî demekê Sedam Hisên jî serdana Pirtûkxanê dikirin, ji bo kirîna pirtûk û rojnameyan.”

Enîs Hena Midêwayê ku 71 sal ji temenê xwe yê 91 salî di vê pirtûkxanê de bihurandiyedibêje ku, ew nikare rojeke tenê dûrî wê bikeve, loma di dema ku ji ber hêzên ewlehiya Sûriyê reviyabû ji ber nerînên wî yên siyasî, karê pirtûkxanê ji dûr ve dişopand.