Şanda opozîsyonê tekezî li ser veguhestina siyasî dike

Serokê şanda Opozîsyona Sûriyê li Cenêvê tekez kir, danûstandinên wan bi De Mistura re di pêşveçûnê de ne û ew giringiyê didin veguhestina siyasî jiber ku take rê ye ji bo gehiştina çareyekê ji bo krîza Sûriyê û bidawanîn terorê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serokê şanda Opozîsyona Sûriyê li Cenêvê tekez kir, danûstandinên wan bi De Mistura re di pêşveçûnê de ne û ew giringiyê didin veguhestina siyasî ji ber ku take rê ye ji bo gehiştina çareyekê ji bo krîza Sûriyê û bidawanîn terorê.

Serokê şanda Opozîsyona Sûriyê bo danûstandinên Cenêvê Nesir Herîrî di konferanseke rojnamgerî rêjîma Sûriyê tuhmetabar kir, ku hîn bi êrîşên xwe yên hovane li dijî sivîlan berdewam e, ku ji destpêka vê gera Cenêvê ve bihtirî ji 500 şehîd li Sûriyê ketine, piraniya wan ji xelkên sivîl û jin û zarok in.

Herîrî amaje kir, şanda rêjîmê behsa şerê li dijî terorê dike, lê di heman dem de Bab û Der'a bombebaran dike û bi vî şêweyê tekez dike ew berevaniyê di ber terorê de dike.

Serokê şanda Opozîsyona Sûriyê bo danûstandinên Cenêvê Nesir Herîrî ragihand, ya girîng li cem opozîsyonê veguhastina Siyasî li Sûriyê ye, ji ber ku ew daxwaza gelê Sûriyê ye û ji bo vê yekê jî hevkarê wan yê tak û rast civaka navdewletî ye.

Herwiha got jî: “Kilîta ku me digihîne Sûryayke aram û take riya ku em karbin pê şerê terorê li Sûriyê û deverê bikin. Heger cidiyet ji aliyê Nûnerê NY yê taybet bo Sûriyê Stffan De Mistura ve dît, em jî amade ne bi şêweyeke erênî û bi bîrokeyên nû û nerm berdewamiyê bidin van danûstandinan.”

Roja 23 vê mehê gera çaremîn ya danûstandinên Cenêvê di navbera rêjîm û opozîsyonê de dest pê kir. Herîr da zanîn ku heta niha ti danûstandinên rasterast ligel şanda rêjîmê nekirine.