ENKS: Vegera Pêşmergeyên Rojava ligel Amerîka gotûbêj dikin

Şanda ENKSê ku ev du roj in li Washingtonê ye û wê çend hevdîtinan bi rayedarên Amerîkayê re dikin, ku duh jî ligel Sînatorê Komarî Brad Sherman civiya bû, îro jî li avahîya Sînatê çend hevdîtinan encam didin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Şanda ENKSê ku ev du roj in li Washingtonê ye û wê çend hevdîtinan bi rayedarên Amerîkayê re dikin, ku duh jî ligel Sînatorê Komarî Brad Sherman civiya bû, îro jî li avahîya Sînatê çend hevdîtinan encam didin.

Di vê derbarê de, endamê şanda ENKSê bo Washingtonê Siyamend Haco ji K24ê re da zanîn, îro civîna wan bi Komîta Pêwendiyên Derve û bi Komîta Leşkerî ya Kongressê re hene.

Haco derbarê mijarê civîna wan bi herdu komîteyên Kongressê re aşker kir ku, pirsa sereke derbasbûna Pêşmergeyên Rojava ye, ku pêwîstiyeke gelekî girîng heye, Pêşmergeyên Rojava vegerin Kurdistana Sûriyê heye.

Herwiha Haco got jî, pirsa din jî proseya ENKSê ye, ku ew Sûriyayeke federal û herêmeke federal bo Kurdistana Sûriyê dixwazin.

Li ser pirs ku heta niha ti piştgîrî ji aliyê Amerîka ve dîtine bo derbasbûna Pêşmergeyan, Haco got, ev prosayek dirêj e, nikarin di serdanekê bo Amerîka de piştgîriya Amerîka bidest bixin.

Herwiha Haco amaje bi wê yekê kir, ku îro civîna wan bi Komîta Leşkerî ya Kongerssê re û ew kar bo vê bidestxistina piştgîriyê dikin.

Li ser pirsa federalîbûna Sûriyê û helwesta Amêrîka, Haco got: “Amerîkî dibêjin ew pirseke navxweyî ya gelê Sûriyê ye, lê em vê yekê bawer nakin, ji ber ku rola Amerîka û welatên din di Sûriyê de hene.”

Derbarê avakirina deverên aram li Sûriyê Haco da zanîn ku, hîn ti planeke zelal ji Wezareta Derve û ji Pentagonê nehatiye aşkerekirin, ku wê li kû be, yan li çawa be, lê tê gotin ku Amerîka dê 5 hezar leşkerên xwe li Sûriyê bicih bike.

Haco got, mijareke din jî ya sereke heye, ku ew behsa rêveberiya PYDê û dîktatoriya ku li Kurdistana Sûriyê dimeşîne dikin, ku Amerîkî jî gelekî ji vê yekê nerazî ne, herwiha ji ber vê sedemê jî Amerîka danûstandinên siyasî bi PYDê re nakin.