Li 12 gundên Diyarbekirê qedexe hate ragihandin

Li 12 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derva ji ber operasyonên leşkerî hate ragihandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Li 12 gundên Diyarbekirê qedexeya derketina derva ji ber operasyonên leşkerî hate ragihandin.

Parêzgeriya Diyarbekirê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku, di çarçoveya operasyonên li dijî PKKê de li 12 gundên navçeya Licê û Hazroyê qedexeya derketina derva hatiye ragihandin.

Li gor daxuyaniya parêzgeriyê qedexe îro dest pê dike û heta fermaneke din berdewam dike.

Ji alîkî din ve îro Parêzgeriya Mêrdînê qedexeya li ser gundê Xeraba Bavê jî piştî 19 rojan rakiribû.