Osman Baydemîr banga rawestandina şer kir

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr bi lezgînî li ser şerê di nava Peşmergeyên Rojava û YBŞya girêdayî PKK de daxuyaniyek ragihand û banga rawestandina şer kir.
kurdistan24.net

 

K24 – Enqere

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr bi lezgînî li ser şerê di nava Peşmergeyên Rojava û YBŞya girêdayî PKK de daxuyaniyek ragihand û banga rawestandina şer kir.

Di nava Peşmergeyên Rojava û YBŞ ya girêdayî PKKê de li herêma Hasenûra ser bi Şengalê ve şer û pevçûnekê rû da. Di encamê de 1 şervanê YBŞyî canê xwe ji dest da 3 YBŞî û 4 jî Peşmerge birîndar bûn.

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr derbarê vê bûyerê de li Parlamanetoya Tirkiyê bi lezgînî daxuyaniyeke çapemeniyê ragihand. Baydemîr di daxuyaniyê da diyar kir ku şerê birakûjiyê nayê qebûl kirin û ev şer şerekî heram e.

Baydemîr got: “Şerê birakujî heram e. Ji kî tê bila bê, şerê birakujî nayê qebûlkirin. Ji nemir Mela Mistefa Barzanî heyanî îro, ji Şêx Seîdê kal, ji Seîd Riza heyanî îro, şerê birakujî xiyanet e ji bona hemû şehîdên Kurd û Kurdistanê. Şerê birakûjî xiyanete ji bo şehîdên Pêşmergeyên qehreman, şerê birakujî xiyanete ji bo şehîdên Kobanî. Ji bo vê yekê banga me ji bo hemû biraderên me, li hemû xwişk û birayên me, şerê birakûjî îro aha di vî saetê de gerekî rewest e. Çi mişkûlat çi kêşe heye lazima bi danûstandin, bi îstîşare û bi mûzakere were çareserkirin.”

Berdevkê HDPê Osman Baydemîr di berdewama daxuyaniya xwe de ragihand ku ji şerê birakûjiyê hemû gelê Kurdistanê nerazî ye û ne mimkûne ku razî bibin jî. Baydemîr got jî: "Li Kobanî, li Şengal, li Kerkuk, li Maxmûr, keç û xortên  vî welatî, vî axa pîroz jiyana xwe ji dest dan. bo çi ? bo çi? Ku îro xwîn bê rijandin ev fermana hemû kurdan e. Banga me ya HDPê; rojek berê rojekê, deqeyek berê deqeyekê ew şerê birakûjî vere rawestandin û banga me hemû siyasetmedarên Kurd û Kurdistanî li hemûyan ku berî daxuyanî dabûn ku ji niha şûn va şerê birakujî li Kurdıstan pêkneyê. Em bang dikin ku xweyî li gotinên xwe derbikevin, xweyî li sozên xwe derbikevin."

Şerê li herêma Hesenûra ya li navçeya Sinûne li dora 2 saetan berdewam kiriye din ava Peşmergeyên Rojava û YBŞya girêdayî PKKê. Di encamê hevdîtina rayedarên payeberz ên Peşmergeyên Roj û YBŞê de ku 4 saetan dom kiriye biryara rawestandina şer û pavçûnan hatiye wergirtin. Li gorî daxuyaniyên komelyên Êzîdiyan heta PKK ji Şengalê derneke wê li wê dere aramî pêk neyê.