PKK hêzên xwe kom dike

Piştî ku duh li navçeya Xanesorê çekdarên PKKê teqe li Pêşmerge kir û alozî li wê navçeyê derket, PKK ji duh ve dest bi komkirina hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê û li nêzîkî Xanesorê dike.

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî ku duh li navçeya Xanesorê çekdarên PKKê teqe li Pêşmerge kir û alozî li wê navçeyê derket, PKK ji duh ve dest bi komkirina hêzên xwe li Başûrê Kurdistanê û li nêzîkî Xanesorê dike.

Li gor zanyariyên K24ê, ku çekdarên PKKê li navçeyên Şedadê, Holê û Qamişlo yên Rojavayê Kurdistanê berê xwe dane sînorê Başûrê Kurdistanê û li nêzîkî Xanesorê kom dibin.

Li gor zanyariyên K24ê jî, ku piraniya wan çekdarên PKKê ji xelkê Bakurê Kurdistanê ne û bi zimanê Tirkî diaxivin û ji navçeyên din hatine komkirin.

Jêderekî agahdar ji K24ê re ragihand, “Ew çekdarên PKKê li navçeyên Şingalê teqe li hêza Pêşmerge kir, ku tenê ne bûyereke herêmî bû. Niha PKK di çarçova plan û tevgerekê de dijî dewleta Kurdî tev digere û di wê hewlê de jî Îran piştevaniyê dide çekdarên PKKê û wek alavekê bo dijayetî û rêgirtin li pêş avakirina dewleta Kurdî bikar tîne.”