“Ferman ji Qendîlê werdigirin”

Ew hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li navçeyên Şingalê ne û di bin navên cuda cuda hatine avakirin, di dema derketina pirsgirêk û aloziyan de biryara yekalîkirinê ne di destê wan de ye û bo dawî biryarê, vedigerin Qendîlê.

K24 – Navenda Nûçeyan

Ew hêzên ser bi Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) yên li navçeyên Şingalê ne û di bin navên cuda cuda hatine avakirin, di dema derketina pirsgirêk û aloziyan de biryara yekalîkirinê ne di destê wan de ye û bo dawî biryarê, vedigerin Qendîlê.

Duh, piştî şerê di navbera çekdarên PKK û Pêşmerge de civîneke di navbera fermandarên Pêşmerge û fermandarên wan hêzên ser bi PKKê ve li navçeyên Şingalê birêve çû, lê şanda hêzên ser bi PKKê ve heta niha ti bersivek li ser civîna duh, bo civîna îro neaniye, ji ber ku wê şandê di civîna duh de gotin: “Bo dawî biryarê, vedigerin Qendîlê û ji wir ve biryarê werdigirin.”

Peyamnêrê K24ê li Sinûnê derbarê civîna duh ya di navbera fermandarên Pêşmerge û nûnerên PKKê de ragihand, fermandarên hêzên ser bi PKKê ve duh nikarîbûn dawî biryarê li ser pirsgirêkê bidin û gotin “Divê ligel serkirdeyên PKKê li Qendîlê biaxivin.”

Li gor zanyariyariyan, piştî derketina şer û aloziyên duh 3 Adarê di navbera çekdarên PKKê û hêzên Pêşmerge li navçeya Xanesorê, di yekem civîn de bo ragirtina şer û asayîkirina rewşê, lê heta niha ti pirsgirêk yekalî nebûn û biryar e îro civîneke din di navbera herdu aliyan de were kirin, lê heta niha PKKê dawî gotina xwe nedaye nûnerên wan yên ku dê li civîna îro de beşdar bibin.

Ji sala 2014an û heta niha PKK çendîn hêzên xwe û bi navên cuda li navçeyên Şingalê ava kirine û ew hêz hemû fermanên xwe ji Qendîlê werdigirin.