Goran: Piştevaniya ti hêzê nakin

Berdevkê Tevgera Goranê derbarê şer û aloziyên li navçeyên Şingalê di navbera Pêşmerge û hêzên PKKê de ragihand, piştgîriya ti hêzekê li dijî ya din nakin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Berdevkê Tevgera Goranê derbarê şer û aloziyên li navçeyên Şingalê di navbera Pêşmerge û hêzên PKKê de ragihand, piştgîriya ti hêzekê li dijî ya din nakin.

Di hevdîtinekê ligel medyaya partiya xwe de, Berdevkê Tevgera Goranê Şoreş Hacî ragihand: “Bo xweşnekirine şerê birakujiyê, bi çi awayekî piştevaniya ti hêzekê li dijî hezeke din nakin.”

Berdevkê Goranê ragihand jî, her kes û her aliyek di vê rewşê de ku nakokî ketiye navbera aliyên Kurdistanî, piştgîriya hêzekê li dijî yan din beke, ew agirê şerê birakujiyê xweş dike.”

Ev daxuyanî di demekê de ye, ku duh 3 Adarê li komelgeha Xanesorê ya navçeya Şingalê şer di navbera çekdarên PKK û hêzên Pêşmerge derketibû. Berê jî çendîn car e hikûmeta Herêma Kurdistanê daxwaz ji hêzên PKKê kiribû, ku bo berjewendiyên xelkê navçê û avakirina Şingalê ji wê navçê vekişe, lê heta niha venekişiye.