Serkirdeyekî PYD: PYD ne li dijî Beşar Esed e

Serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje, di demek nêzîk de ewê rêkeftinekê ligel rêjîma Sûriyê bikin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Serkirdeyekî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) dibêje, di demek nêzîk de ewê rêkeftinekê ligel rêjîma Sûriyê bikin.

Nûnerê PYDê li Rûsyayê Ebdilselam Elî di daxuyanyekê de ji bo ajanseke biyanî got, PYD ne li dijî Serokê Sûriya Beşar Esed e û ne jî kar ji bo derkirina wî ji desthilatê dike.

Herweha Ebdilselam Elî dibêje, ku di demek nêzîk de ewê digel hikumeta navendî ya Şamê de rêkeftinekê encam bidin.

Nûnerê PYDê li Rûsyayê amaje bi wê yekê dike ku, armanca wan tenê çespandina mafên kêmnetewan e di destûra nû ya Sûriyê de.

Hercar, PYD ji aliyê partiyên Kurdî yên di nav ENKSê de tê tometbarkirin ku bi rêkeftin ligel rêjîma Sûriyê desthilata xwe li Rojavayê Sûriyê ferz kiriye û ne li dijî rêjîma Sûriyê ye, lê PYDê ew yek hercar red dikir.