Îran hejmara kuştiyên xwe aşkere dike

Îran hejmara çekdarên xwe yên li Sûriye û Iraqê hatine kuştin eşkere dike, ku bêhtir ji 2 hezar Îranî li Sûriye û Iraqê hatine kuştin

K24 – Navenda Nûçeyan

Îran hejmara çekdarên xwe yên li Sûriye û Iraqê hatine kuştin eşkere dike, ku bêhtir ji 2 hezar Îranî li Sûriye û Iraqê hatine kuştin.

Serokê  Dezgeha Şehîd û Çekdarên Kevin ya Îranê Mhemed Elî Şehîdî Mihlatî ragihand ku, heta niha 2 hezar û 100 çekdarên wê li Iraq û Sûriyê hatine kuştin, bêyî ku dema kuştin û nasnameya wan diyar bike.

Şehîdî da zanîn ku, ew çekdar di dema berevaniya di ber cihên pîroz de li Sûriye û Iraqê hatine kuştin.

Tê zanîn ku, Îranê di sala borî de tenê de, kuştina hezar çekdarên xwe li Sûriyê eşkere kiribû.