Wergêrê Kunsulxaneya Amerîka hate girtin

Wergêrê Kunsulxaneya Amerîkayê yê Edeneyê Hamza Uluçay bi hinceta endamtiya PKKê hate girtin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Wergêrê Kunsulxaneya Amerîkayê yê Edeneyê Hamza Uluçay bi hinceta endamtiya PKKê hate girtin.

Serdozgeriya Komarê ya Qoserê bi hinceta Hamza Uluçay çalakiyên alîgirên PKKê yên li Nisêbînê beralîkiriye derbarê wî de biryara girtinê dabû û Uluçay di 23ê Sibatê de hatibû binçavkirin.

Herçend piştî lêpirsînkirinê, ew hatibe berdan jî dozger nerazîbûn nîşan da û biryara girtina wî careke din dêrxist.

Wergêrê Kunsulxaneya Amerîkayê yê Edeneyê Hamza Uluçay piştî dadgehkirinê hate girtin.

Hamza Uluçay gelek sal in wergêrê Kunsulxaneya Amerîkayê yê Edeneyê bû.