Alîgirên PYDê malekê dişewitînin

Piştî hewla du caran ku agir bi baregehê bidin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê agir bi malekê li tenişta baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) xistin.
kurdistan24.net

K24 – Navenda Nûçeyan

Piştî hewla du caran ku agir bi baregehê bidin, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) li Serê Kaniyê li Rojavayê Kurdistanê agir bi malekê li tenişta baregeha Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) xistin.

Komîta Ragihandinê ya rêxistina Serê Kaniyê ya PDK-Sê ragihand, demjimêr 1:00 piştî nîvê şevê, alîgirên PYDê bi riya molotovan careke din hewl dan baregeha PDK-Sê bişewitînin, lê Molotov li di pencereya baregehê re derbas nebû û li pêş malekê kete xwarê û agir bi wê malê ket.

Endamê Komîta Herêmê Ebdilhemîd Xelîl ligel xelkê wê taxê bi zûyî agir vemirandin û nehêştin agir belav bike.

Li gor zanyariyan, ev ne cara yekem e ku alîgirên PYDê hewla şewitandina baregeh û nivîsgehên wê partiyê dikin, ku di vê dawiyê de êrîş li ser baregehên PDK-Sê li Rojavayê Kurdistanê zêde bûye.