Baregeha PDK-Sê hate şewitandin

Grûpekê êrîşî ser baregeha PDK-Sê ya rojhilatê Qamişlo kir û ew baregeh şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Grûpekê êrîşî ser baregeha PDK-Sê ya rojhilatê Qamişlo kir û ew baregeh şewitandin.

Çalakvanên ji bajarê Qamişlo ji K24ê re ragihandin, ku îro grûpekê ku ser rûyên xwe nixumandî bûn êrîşî ser baregeha rojhilatê Qamişlo ya Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK-S) kirin û agir berdan wê baregehê û şewitandin.

Çalakvanan dan zanîn jî, ku wê grûpê li pêş çavên hêzên Asayişa Rojava agir berdan baregeha PDK-Sê û şewitandin, bêyî ku hêzên asayişê rêgiriyê li şewitandina baregehê bike.

Tê zanîn ku, ev ne yekem baregeha PDK-Sê û partiyên di nava ENKSê rastî êrîşan û şewitandinê tên, şeva borî grûpekê hewl da baregeha heman partiyê li Serê Kaniyê bişewitîne, lê agir bi mala tenişta wê baregehê ket.

Serkirdeyên ENKSê, Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) wek berpirsê van êrîşan binav dikin.