Endametiya Yuksekdag ji partiya wê hat daxistin

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê endamtiya Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag ya bo partiyê daxist. Bi vê biryarê hevserokatiya wê jî dikeve.

K24 – Navenda Nûçeyan

Dadgeha Bilind ya Tirkiyê endamtiya Hevseroka HDP Fîgen Yuksekdag ya bo partiyê daxist. Bi vê biryarê hevserokatiya wê jî dikeve.

Serdozgeriya Dadgeha Bilind, nivîsek derbarê daxistina endamtiya Yuksekdag bo nivîsîngeha HDP şand. Hat destnîşankirin, endamtiya partiyê ya Yuksekdag nemaye.

Dadgeha Bilind hê berê cezaya deh mehan ya zîndankirina Yuksekdag pejirandibû û ser vê biryarê parlamentertiya wê hatibû daxistin.

Hevseroka HDPê Fîgen Yuksekdag, di 5ê meha Mijdara 2016an de, bi egera endamtiya rêxistina terorê, li gel Hevserokê wê partiyê Selahetîn demîrtaş û 9 parlementerên din ên HDP hatibûn girtin.