Baregeha ENKSê li Amûdê jî hate şewitandin

Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand, nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li bajarê Amûdê hate şewitandin.

K24 – Navenda Nûçeyan

Emîndariya Giştî ya ENKSê ragihand, nivîsgeha Xwecihiya ENKSê li bajarê Amûdê hate şewitandin.

ENKSê di daxuyaniyekê de ragihand, grûpeke nenas îro berbanga roja şemiyê de êrîşî nivîsîngeha Xwecehiya ENKSê li bajarê Amûdê kirin û ew nivîsgeh şewitandin.

ENKSê amaje bi wê yekê kir, xelkê bajêr destêwerdan kirin û karîn piştî demjimêrekê agir vemirînin.

Daxuyaniya ENKSê, PYD wek berpirsê şewatandina nivîsîngehên wan û revandina siyasetmedaran tuhmetbar kir.

Tê zanîn ku ji roja 3 Adarê ve baregeh û nivîsgehên ENKSê û partiyên di nava wê de rastî êrîş û şewitandinê tên. Nûneratiya ENKSê li Hewlêrê jî ragihand, heta niha baregehên ENKSê, li Serê Kaniyê 3 caran, li Dirbasiyê 2 caran, li Dêrikê û Qamişlo hatine şewitandin. Baregehên PDK-Sê, 2 caran li Qamişlo, li Serê Kaniyê hatin şewitandin. Baregehên PYKS, li Qamişlo 2 caran û li Hesekê jî hatin şewitandin.  

Baregeha ENKSê li Amûdê jî hate şewitandin
Baregeha ENKSê li Amûdê jî hate şewitandin
Baregeha ENKSê li Amûdê jî hate şewitandin
Baregeha ENKSê li Amûdê jî hate şewitandin